Ji Fule banga greva birçîbûnê

Ji Fule banga greva birçîbûnê

Berpirsê berfirehkirina endamêmn Komîsyona Yekitiya Ewropayê Stefan Fule bang li hukûmeta Tirk kir ku li hemberî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di greva birçîbûnê de, di çarçoveya standardên navneteweyî de tevbigerin.

Fule bersiva nameya Parlementera Amedê Leyla Zana da û diyar kir ku ew rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ji nêzîk ve dişopînin û got ku gumana wan a herî mezin pirsgirêkên tendursitiyê ye.

Fule bang li çalakgerên girtiyan kir ku jiyana xwe nexin metirsiyê û ji rayedarên Tirk xwest ku li hemberî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di greva birçîbûnê de, di çarçoveya standardên navneteweyî de tevbigerin.

Fule da zanîn ku wî vê mijarê aniye rojeva hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re jî.