Partiya Komunîst a Alman (DKP) ku piştgirî da çalakgerên grevên birçîbûnê, xwest daxwên girtiyên Kurd bên pêkanîn. Li ser navê partiyê Bettina Jurgensen peyamek şand û tê de gotina navdar a Che Guavara ya bi awayê ''Piştevanî serkeftina gelan e'' bi bîr xist.
Partiya Komunîst a Alman (DKP) nameyek ji BDP’ê re şand û piştevaniya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, diyar kir. Di peyamê de hat gotin ku ew ji pêşketinên li Tirkiyeyê gelek bi fikar in.
DKP’ê bal kişand ku rewşa gelek girtiyên di greva birçîbûnê de gihiştiye asteke krîtîk û bi bîr xist ku pirsgirêka Kurd dikare bi rêbazên aşitiyane çareser bibe. Partiya komunîst ji hukûmeta Tirk xwest ku daxwazên gelê Kurd a niha qebûl bikin û got:
"Heta daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de neyên bicihanîn, pirsgirêka Kurd çareser nabe, pirsgirêk her ku biçe dê kûrtir bibe. Divê mirov para hukûmeta Alman a di vê pirsgirêkê de ji bîr neke. Divê Almanya ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl bide û êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê. Em bi gotina Che Guavara ya bi awayê 'Piştevanî serkeftina gelan e' didin diyarkirin ku em bi çalakgerên greva birçîbûnê re. "