Ji destpêka serhildanê heta niha 304 kes li Îranê hatine qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, eşkere kir ku di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 4 jê zarok û 24 jin, bi tevahî 304 kes hatine qetilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, eşkere kir ku di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 4 jê zarok û 24 jin, bi tevahî 304 kes hatine qetilkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, li ser xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di xwepêşandanên roja Îniyê yên li bajarê Xaşê de, herî kêm 16 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi çekan hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hejmara kuştiyan hat eşkerekirin û ev tişt hatin gotin: "Di xwepêşandanan de ji 22 bajaran 41 jê di bin temenê 18 saliyê de, bi temamî 304 kes hatine qetilkirin. Ji kuştiyan 9 jê keç, 3 jê zarokên Efxan in. Bajarên ku xwepêşander herî pir lê hatine qetilkirin Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlan in."