Ji Dêra Deyrulzafaran alîkariya ji bo Kobaniyan

Ji Dêra Deyrulzafaran alîkariya ji bo Kobaniyan

Alîkariyeke din a ji bo Kobaniyan, ji gelê Suryanî hat. Dêra Deyrulzafaran, piştî alîkariya derman bi 2 qemyonan doşekên ortopedîk û malzemeyên tibî şand.

Piştevaniya gelê Kobanê yê li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê berxwedaneke mezin dimeşîne, roj bi roj zêde dibe. Alîkariyeke din a watedar a ji bo gelê Kobanê, ji gelê Suryanî hat. Dêra Deyrulzafaran a li Mêrdînê, 26 doşekên ortopedîk ên Suryaniyên li Ewropayê ji wan re aşndî, li gel malzemeyên tibî, ji bo di xizmeta birîndarên berxwedana Kobanê bên bikaranîn, şand. Malzemeyên tibî yên bi qasî 200 hezar TL dikin, hatin navçeya Riha Pirsûsê, ku bi hezaran Kobaniyî lê bicih bûne.

Ji civata Suryaniyan a li Mêrdînê Vadî Aydin da xuyakirin ku wan ji bo şoreşa Rojava ya ji bo hemû bawerî, ziman, çand û mirovahiyê têdikoş in, barê du qemyonan malzemeyên tibî şandine. Aydin da zanîn ku ji bo birîndarên berxwedana Kobanê wan doşekên nexweş ên Dêrê anîne û got, "Îro di şoreşa Rojava de Misilman, Xiristiyan, Ermenî, Êzidî, Elewî, Ereb, Tirkmen yanî hemû gelên li cografya Rojhilata Navîn dijîn, ji bo jiyaneke hevpar têdikoş in. Me xwest weke gelê Suryanî yê li Mêrdînê tevkariyek3e li têkoşîna mirovahiyê bikin."

'EV YEK BERPIRSYARIYA XWIŞK Û BIRATIYA ME YE'

Aydin ragihand ku wan malzemeyên tibî yên xwişk û birayên wan ên li Ewropayê ji Dêra Deyrulzafaran re şandibûn anîne û got, "26 doşekên ortopedîk, 24 dolabên tibî, gopalê nexweşan, kursiya nexweşan, kuweta bebekan ji bo bikevin bin xizmeta birîndarên Kobanê me bexşandin. Ev yek berpirsyariya xwişk û biratiya me ye. Me berê jî derman şandibû. Niha em careke din bang li gelê xwe dikin; Gelê Kobanê gelekî mezlûm e, baweriya me li ser me ferz dike ku em li cem mezlûman bin. Em dixwazin her kes ya ji dest tê bike."