Ji ciwanên Kurd li Kolnê çalakî

Ji ciwanên Kurd li Kolnê çalakî

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya birçîbûnê ya ku ji 12’ê Îlonê vir ve didome, çalakî pêkanîn.

Li gorî agahiyên hatine girtin, komek ji 15 kesan ya ciwanên Kurd şeva Çarşemê li Wienerplatz ya bajar çalakiyek pêkanîn.

Ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd li girtîgehên Tirk dane destpêkirin, pankart vekirin û her wiha bi belavokên belavkirîn tecrîda li ser Ocalan vegotin. Çalakiya ciwana nêzî demjimêrekê dom kir.