Ji Civata Zerdeştiyên Kurdistanê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji Civata Zerdeştiyên Kurdistanê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Civata Zerdeştiyên Kurdistanê li paytexta Swêd Stockholmê bi armanca piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de hatine destpêkirin re civînek li dar xist.

Zerdeştiyên ku di perestgeha Zerdeşt a ku meha pûşperê li Stockholmê hatibû vekirin civiyan û piştgirî dan grevên birçîbûnê. Her wiha ji bo girtiyan dûa kirin û mûm pê xistin.

Serokê Civata Zerdeştî ya Kurdistanê Arezan Daryarî di axaftina vekirinê ya civînê de bi kurtî pêşketinên li her çar parçeyên Kurdistanê nirxand û piştre bi taybet bal kişand ser pêşketinên li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Daryarî da zanîn ku di girtîgehên Îranê de 25 girityên Kurd ên siyasî di girtîgehên Îranê de bi îdamê re rû bi rû ne û bal kişand ku girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirk de jî bi zextan re rû bi rû ne. Daryarî da zanîn ku girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirkan de, ji bo naskirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî û mafê parastina bi Kurdî, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, dest bi greva birçîbûnê kirine û greva birçîbûnê ketiye roja 53’yemîn û got ku ew daxwazên girtiyan rewa û mafdar dibînin.

Rêberê olî yê Zerdşetiyan Andaz Hawazy jî çend beşan ji pirtûka pîroz a Zerdeştiyan Avestayê xwend û diyar kir ku gava Mazda mirovan çêkiriye, jê pirsiye “Ez dikarim bedenek bidim te?” û bi vî awayî rêzdariya xwe ya li hemberî mirovan nîşan daye. Rêberê ola Zerdeştî da zanîn ku têkiliyên mirov û ne li ser esasê kole û xwedî ne, li ser esasê wekheviya her hêzan e û wiha berdewam kir:

“Niha ez ji mirovan dipirsim. Ger xwedê rêzdarî nîşanî mirova dide, ji mirovan dipirse ka bibe alîkar an na, wê demê çima em mirov hev du bişkînin? Çima em dijminahiya hev du dikin? Divê em ji bo biçin biheştê divê em benda mirinê nebin. Divê em Cîhanê vebiguherînin buheştê.”

Hawazy da zanîn ku her mirov divê bikare ol û baweriya xwe bi azadî bijî û diyar kir ku ol ji mirovan re dibêje ku hûn ne kole ne û got: “Çima hinek ên din biryar didin ka em ê çawa bikin?” her wiha diyar kir ku di beşek din a Avestayê de tê diyarkirin ku karanîna çekan nayê qebûlkirin û di heman demê de dibêje ku divê mirov xwe biparêzin û got:

“Şerê me ne şerê li dijî kesên din e. Ev şerek parastina rewa ye. Ev sedan sal e wiha ye. Lê em îro dibêjin êdî bes e, em dibêjin ku divê em êrîşî hev nekin. Niha divê em baştir bihizirin û dawî li mirinan bînin. Divê em pirsgirêkan bi diyalog û hevdîtinan çareser bikin.”

Hawazy piştî axaftina xwe, bersiv da pirsên me yên der barê daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê de û got: “Ew ne girtî ne. Ji ber ku wana tirs û gumanan danîne aliyekê û doza xwe ya mafdar û rast dizanin diparêzin. Ew ên ku ji tirs û gumanê ew girtine û heps kirine, ew di girtîgehan de ne.”