Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdan a li Ewropayê (CDK) nerazîbûnek tund nîşanî bêdengiya YE, CPT, KE û PE’yê ya li hemberî greva birçîbûnê ya di girtîgehan de hatiye destpêkirin da û got; “Divê were zanîn ku ger şehadetek çêbibe, berpirsê vê yekê CPT, KE û PE ne.” CDK’ê bang li hemû Kurdên li Ewropayê kir ku ji bo protestokirina xemsariya YE û saziyên wê û ji bo xwedîderketina li girtiyên di grevê de tevlî meşa mezin a ku dê 3’yê mijdarê li Brukselê bê lidarxistin bibin.
Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdan (CDK) ya li Ewropayê, bi daxuyaniyekê bêdengiya YE (Yekitiya Ewropayê) û saziyê wê yên li hemberî grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin da.
CDK’ê bi bîr xist ku 51 roj in ku bi daxwazên sererastkirina şert û mecên ewlehî, tenduristî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina bi zimanê zikmakî û perwerdehiya bi Kurdî greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. CDK’ê bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û da zanîn ku Erdogan vê wêrekiay xwe ji desteka ku ji welatên Ewropayê digire.
CDK’ê bal kişand ser asta krîtîk a ku greva birçîbûnê gihiştiye û diyar kir ku ji daxwazên girtiyan pêk bên divê çalakiyên bi bandor û mezin bên lidarxistin. CDK’ê got; “Li hehemberî grevên birçîbûnê li Ewropayê xemsariyeke mezin heye. Ewropaya ku li hemberî greva birçîbûnê ya çend rojan a Serokwezîra berê ya Ûkraynayê qiyamet rakir, lê li hemberî pêşengên gelê Kurd ên ku gihiştine ber mirinê kerr û lal e. YE û saziyên wê yên peywendîdar KE (Konseya Ewropa), CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê) û PE (Parlementoya Ewropayê) ji bo daxwazên Kurdan tu pêngaveke şênber naavêje, ji ber xemsarî û nêzîkartiyên wan ên pasîf, rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe. Divê were zanîn ku ger şehadetek çêbibe, berpirsên vê yekê CPT, KE û PE ne.”
CDK’ê destnîşan kir ku ji bo pêkhatina daxwazên girtiyan pêk bên ew dê weke CDK’ê her tiştê bikin û got; “Em berxwedana heval Metîn Aydin ku li Swîsreyê girtî ye û 53 roj in di greva birçîbûnê de ye silav dikin û em banga serbestberdana hevalê xwe dikin û daxwaz dikin ku ji bo pêkhatina daxwazên wî hewl bên dayin. Ger tiştek berûvajiyê vê yekê çêbibe, em dê hukûmeta Swîsreyê û Wezareta wê ya Dadê berpirs bibînin.”
CDK’ê destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Kurd li Ewropayê li hemberî xemsariya welatên YE û saziyên wê yên li hemberî grevên birçîbûnê dengê xwe bi çalakiyên demokratîk-rewa dengê xwe bilind bikin û divê bi awayeke herî xurt tevlî çalakiyên li her derê bên lidarxistin bibin. CDK’ê got; “Divê hemû kadro û xebatkarên CDK’ê li her derê di asta herî jor de mafên xwe yên çalakiyên demokratîk pêk bînin, bi înîsiyatîf tevbigerin û pêşengiyê bikin.”
CDK’ê diyar kir ku divê li ser vî ji bo meşa mezin a ku dê 3’yê mijdarê li Brukselê bê lidarxistin, tevlîbûnek xurt çêbibe û got; “Em bang li hemû gelê Kurd ên bi rûmet û dilsozên nasname û têkoşîna xwe tevlî vê çalakiyê bibin.”
CDK’ê diyar kir ku divê hemû gelê Kurd li rêbertî, heval û kevneşopiya berxwedanê xwedî derbikevin û ji gelê Kurd xwest jin, zarok, ciwan, kal û pîr, her kes bi hemû hêza xwe ve tevlî meşa li Brukselê bibin. CDK’ê xwest ku her kes hin kesên li derdora xwe tevlî çalakiyê bikin.
CDK’ê got; “Em bi taybet bang li hemû Kurdistaniyên li Belçîka, Holanda, Franse û eyaleta NRW ya Almanyayê divê hemû Kurdên li welat û bajarên Ewropayê dijîn dikin ku ji bo çalakiyê seferber bibin. Divê ciwan û jinên Kurd ji bo vê çalakiyê hemû hêza xwe seferber bikin.”
CDK’ê herî dawî ev bang kir; “Em bang li hemû dostên gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend û kesayetên demokratîk dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Her wiha em bang li hemû Elewî, Suryanî, jin, ciwan, hemû mirovên li hemberî têkoşîna mirovahî û demokratîk bihîstyar in, hemû sazî, kesayet, partî, derdor û yekitiyên baweriyan ku ji bo pejirandina daxwazên greva birçîbûnê tevlî hemû cure çalakiyên demokratîk bibin.