Ji bo rojnamevan Çoban daxwaza girtinê
Ji bo Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban cezayê girtîgehê hate xwestin.
Ji bo Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban cezayê girtîgehê hate xwestin.
Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, bi îdiaya hin nûçe û nivîsên di navbera 4 û 30’yê Îlona 2014 û 1 û 21’ê Cotmeha 2014’an de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin, ji nû ve dest bi darizandina Midûrê Karên Nivîsê yê wê demê Îsmaîl Çoban hate kirin.
Çoban tevlî rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebû, parêzerê wî Resûl Temur tevlî rûniştina dozê bû. Dozger xwest ku 1 salek 8 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li Çoban bê birîn û Çoban jî li gorî "Xala 7/2 ya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi hejmara 3713'an" ku 'propaganda rêxistinê' dike, bê cezakirin. Dozgeriyê bi hinceta ku sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin, xwest ku cezayê girtîgehê yê li Çoban hatiye birîn li gorî xala 43’yan a Qanûna Ceza ya Tirk ku ev yek hikmên zêdekirina ceza sererast dike, were zêdekirin.
Parêzerê Çoban Resûl Temur ji bo parastina li dijî mutalayê dem xwest.
Dadgehê rûniştin taloqî 18'ê Nîsanê kir.