Ji bo projeya xwedîderketina malbatan a li hev, bang hate kirin
Koordînasyona KCDK-E, li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bike, projeya xwe ya 'xwedîderketina malbatan a li hev' didomîne.
Koordînasyona KCDK-E, li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bike, projeya xwe ya 'xwedîderketina malbatan a li hev' didomîne.
KCDK-E bi şiyara "Hûn nikarin gelê Şirnexê bi birçîbûnê teslîm bigirin", ji bo hezar malbatên din tevlî kampanya xwe ya 'xwedîderketina malbatan a li hev' bike, kete nava liv û tevgerê. KCDK-E ji bo vê yekê bang li karsaz, esnaf, karker, kedkar, rewşenbîrên Kurd û dostên Kurdan kir ku piştgiriyê bidin projeyê. ji hemû saziyên Kurdan jî xwest seferber bibin.
Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di vî warî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk a ku polîtîkaya "Xaniyên wan bi serê wan ve bîne xwarê, bajaran veguherîne xirbe, bi tî û birçîbûnê îradeyê bişikîne û teslîm bigire" dimeşîne, piştî ku bajar xera kir û talan kir, gelê Kurd mehkûmî tî û birçîbûnê dike û bi vî rengî hem dixwaze tola xwe hilîne hem jî bike ku gel Kurdistanê biterikîne.
KCDK-E diyar kir, dewleta Tirk çeka 'terbiyekirina bi birçîbûnê' bi taybetî ev saleke bi rêk û pêk bi kar tîne û wiha dewam kir: "Ji bo gelê Şirnexê teslîm bigire, ev saleke mehkûmî tî û birçîbûnê kiriye. Li gel zext û şîdetê, bi serma û birçîbûnê dixwaze teslîm bigire. Tevî ku Sûr xera kirine û şewitandine jî gelê me malên xwe, axa xwe, bajarê xwe naterikîne. Gelê Şirnexê jî bi heman awayî li ber xwe dide."
PROJEYA 'XWEDÎDERKETINA MALBATAN A LI HEV' DEWAM DIKE
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku projeya 'xwedîderketina malbatan a li hev' ya li dijî dewleta Tirk dewam dike û hat xwestin, ku bi şiyara "Hûn nikarin gelê Şirnexê bi birçîbûnê terbiye bikin" hezar malbatên din tevlî vê projeyê bê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gelê li Ewropayê divê teqet li dora Şirnex, Sûr û gelemperiya Kurdistanê bigihêjin hev û hat gotin, "Em hem tevlî projeya xwedîderketina malbatan a li hev bibin hem jî tevlî bikin. Li gorî pîvanên Ewropayê, her malbat dikare tevlî projeyê bibe. Karsaz, esnaf, karker, kedkar, rewşenbîrên Kurd û hemû dostên Kurdan divê vê projeyê weke projeyeke namûs û rûmetê bibînin û li gorî vê bixebitin.
Roj ew roj e ku her kes, her ferd, esnaf, karsaz, karker, rewşenbîr, her Kurdistaniyek tevlî têkoşînê bibe. Tevlîbûna li projeya 'Xwedîderketina malbatan a li hev' şêweyê herî watedar û rast ê tevlîbûnê ye.
Di serî de meclîsên me, pêwîste saziyên me yên civaka demokratîk, FEDA, CÎK, Tevgerên Elewiyan, Êzidî û Jinan û hemû pêkhateyên me yên din, bi şiyara 'Ez tevlî projeya xwedîderketina malbatan a li hev dibim, tu jî tevlî bibe' seferber bibin."