Ji bo melayên Kurd pirsa we çima nimêj da kirin!

Ji bo melayên Kurd pirsa we çima nimêj da kirin!

Dadgeha Tirk pirsa “wek çima nimêj da kirin” ji melayên Kurd ên ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li Mêrsînê pêk hatin û têde gelek kes hatin binçavkirin, pirsî. 27 kesên ku di vê operasyonê de li 6 bajaran hatin binçavkirin dê bibin sibê bibin Edliyeya Edeneyê.

Roja 3’yê mijdarê, di encama operasyona navenda wê li Mêrsînê û li 6 bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatin de 27 kes hatin binçavkirin.

Tevî endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Ramazan Yildiz, Cîgirê Serokê BDP’ya Mêrsînê Îrfan Yuzel, rêveberên bajêr Abdullah Okur, Îsa Dag, Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Terfa Arinç, Serokê Goç-Dera Mêrsînê Selahattîn Guvenç, nûçegihana DÎHA’yê Zeynep Kûrî, xebatkarê Azadiya Welat Ergîn Çagla, bi giştî 27 kes hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku polîsan di dema lêpirsîna li Midûriyeta Emniyeta Polîsan pêk hatin ji melayên Kurd Mel Abdullah Hazar û Mele Ahmet Kûtlû pirsa “We çima Nimêja Îna Sivî dane kirin”û “We bi fermana kê daye kirin” hatin pirsîn.