Dayika Alî Ekber Yurek ku di dema derbeya 12’ê Îlonê de hate kuştin, Fecîre Yurek ya 87 salî, diyar kir ku ji ber ku lêpirsîn neguheriye dozê dê li ber Edliyeya Mereşê dest bi greva birçîbûnê bike.
Li gorî rojnameya Radîkalê Fecîre Yurek a 87 salî û kurê wê Mehmet Yurek yê 60 salî, ji ber lêpirsîna kuştina Alî Ekber Yurek venegeriyaye dozê dest bi grevê dikin. Dayik û kur dê li ber avahiya edliyeyê ku ev du sale îfadeya gumanbarek tenê jî negirtine dê çalakiya xwe pêk bînin.
Mamoste Alî Ekber Yurek 7’ê gulana 1981’ê li Avşînê hatibû binçavkirin û di 25’ê gulanê de cesedê wî dabûn malbata wî. Birayê wî Mehmet Yurek di sala 2010’an de diyar kiribû ku birayê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin û serlêdana sûc kiribû. Dozgerê Afşînê Mehmet Kuş, di hezîrana 2011’an de xwestibû goristan aYurek a li Dêrsîmê bê vekirin cesedê wî bişînin Saziya Tiba Edlî û doz bê vekirin.
Dosyaya ku gumanbarê sereke Tumgeneral Yusuf Haznedaroglu dihat nasîn û cigirê fermandariya rêveberiya awerte ya berê ya Mereşê bû, bi dawî dibû, dozgerê li dozê dinêrî tayînê Wanê bû û doz dîsa vegeriya destpêkê. Dozgerê nû Murat Kaya ji mexduran rapora ku îşkenceyê îsbat dike xwestin. Vê yekê pêvajo xetimand. Di navberê 26 meh derbas bû lê ji 14 gumanbaran îfadeya kesekî nehat girtin.
Ji ber vê yekê jî dayika Yurek, Fecîre Yurek û birayê wî Mehmet Yurek biryara greve birçîbûnê girtin.