Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Berlînê bang li Kurdan û dostên wan kir ku sibê tevlî mitînga protestokirina Erdogan ku dê sibê saet di 10.30 de li Berlînê di dema hevdîtina Erdogan û Merkelê de bê lidarxistin bibin. Înîsiyatîfê bal kişand ser pêla serhildanê ya li Kurdistanê û got; “Divê em sibê ji kargeh û dibistanên xwe destûrê werbigirin û tevlî mitînga sibê bibin û bersivê bidin berxwedana li Kurdistanê. Divê em nehêlin Erdogan li Berlînê rehetî bibîne.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinên fermî dê bê Almanyayê û roja çarşemê jî dê li paytexta Almanya Berlînê be. Tê payin ku Erdogan çarşemê bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtinek pêk bîne. Penaberên Tirkiyeyî jî dê di dema hevdîtinê de bi pankartên “Ne şer aşitî, ne zimanek pirzimanî, ne gelek pirgelî, ne olek pirol” Erdogan pêşwazî bikin.
31’ê cotmehê saet di 11.00 de, Erdogan dê were avahiya Serokwezîra Alman Angela Merkelê û li wir hevdîtinek pêre pêk bîne. Di dema hevdîtinê de, dê cara yekem saziyên weke AABF, YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, DÎDF, ODA, Yekitiya Ciwanên Ereb-Elewiyan, TUDAY û FKE û saziyên din ên penaberan, li Brandenburg Tor (Derî) ê ku ji 300 metre ji avahiya Serokwezaretê dûr e, li hev bicivin û bêjin “Em Erdogan naxwazin” û mitîngek protestoyî li dar bixin. Di mitîngê de dê Hevseroka Keskan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi axaftin bikin.
Înîsiyatîfê bal kişand ser pêla serhildanê ya li Kurdistanê û got; “Divê em sibê ji kargeh û dibistanên xwe destûrê werbigirin û tevlî mitînga sibê bibin û bersivê bidin berxwedana li Kurdistanê. Divê em nehêlin Erdogan li Berlînê rehetî bibîne.”
Înisiyatîfa Gelê Kurd a Berlînê bang li hemû Kurdan kir ku hemû Kurdên li Berlîn û derdora wê dijîn, tevlî mitînga sibê bibin û nehêlin ku keyfa Erdogan li Berlînê xweş bibe.