Ji bo hovîtiya goristana Kîlyosê serî li DMME hate xistin

Ji bo dosyeya cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Goristana Kîlyosê hatibû veşartin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate xistin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê ji bo dosyeya cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Goristana Kîlyosê hatibû veşartin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatibû rûxandin, ji nav 300 cenazeyan 265 cenaze hatibûn derxistin û li peyarêka Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatibûn veşartin.

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê malbatan bi rêya parêzerên xwe ji ber sûcên ‘heqaret li bîranîna kes hatiye kirin’ û ‘êşkence û eziyetê’ li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê giliyê sûc kirine lê dozgeriyê destûra lêpirsînê nedaye. Di heman demê de serî li Dadgeha Makeqanûnê jî hatiye xistin û ji vir jî tu encam nehatibû stendin.

Ji ber biryara redkirinê ya Dadgeha Makeqanûnê parêzerên OHD’ê li ser navê malbatan ji ber ku rêya hiqûqa navxweyî qediyaye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Di serlêdanê de qala benda 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin. Di benda 8’emîn de qala ‘Hurmeta ji bo jiyana taybet û malbatê’ tê kirin. Di heman demê de ji ber ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin jî serlêdan hate kirin.