Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatan jî bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.