Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin.