Ji bo Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran çalakî hatin kirin

Ji bo 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin kirin û mafê mirovan ji bo her kesî hate xwestin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê têkildarî Hefteya Mafê Mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser mafê mirovan ên bingehîn û bang hat kirin ku li dijî îşkence û muameleya xerab têkoşîn bê kirin. 
 
STENBOL
 
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di çarçoveya 10’ê Kanûna Pêşîn Roja Mafê Mirovan de li Meydana Sultan Ahmet daxuyanî dan û pankarta “Ji bo her kesî mafê mirovan” hat vekirin û dovîza “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat hildan. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî û Nûnera TÎHV’ê ya Stenbolê Umît Efe di daxuyaniyê de axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin zilma li girtîgehan û îşkence bi dawî bibe û girtiyên nexweş werin berdan. 
 
AMED
 
Li Amedê jî Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV’ê ya Amedê, Baroya Amedê û rêxistinên sivîl ên din bi boneya rojê li Parka Koşuyoluyê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
RIHA
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û ÎHD’a Rihayê jî li Meydana Topçu daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hatgotin bi awayek cidî mafê mirovan tê binpêkirin. 
 
SEMSÛR
 
Li Semsûrê jî Şaxa ÎHD’ê bi wesîleya rojê li Parka Demokrasiyê daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz axivî. 
 
Baroya Êlihê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da. 
 
ÎZMÎR
 
Rêxistinên mafê mirovan û sivîl ên li Îzmîrê jî bi minasebeta rojê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî li Alsancaka Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên mafan ên diqewimin. 
 
EDENE
 
Baroya Edeneyê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber avahiya xwe daxuyanî da û li vir jî hat destnîşankirin ku mafê mirovan li Tirkiyê tê binpêkirin. 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi rasthatina rojê li Parka Înonuyê daxuyanî da û li vir jî di daxuyaniyê de bal kişandin ser mirina bi guman a Garîbe Gezer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û îşkenceya tê kirin. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’êya Îskenderûnê jî li Bazara Bît a kevn daxuyanî da û destnîşan kir ku Tirkiye berpirsiyariya xwe ya di pyemanên navnetewî de bicih nayen. 
 
MÊRSÎN
 
Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ji bo binpêkirinên mafan biqedin demokrasî li pêş bikeve. 
Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re name hat şandin.