Tevî Noam Chomsky, Judith Butler 92 akademîsyenên naskirî yên cîhanê ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyên Kurd dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Eleqeya ji bo kampanyayê her ku diçe mezintir dibe. Heta niha zêdetirê 3 hezar kes îmze kir.
Kampanyaya îmzeyan ku ji aliyê akademîsyenên li Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê ve li ser tora înternetê ji bo grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin berfireh dibe. Akademîsyenan ji bo pejirandina daxwazên girtiyan bang li hukûmeta Tirk kiribûn.
Di nava kesên îmze dane de navdarên cîhanê yên wek Judith Butler û Noam Chomsky jî hene. Ev kampanya li rastî destekek girîng a amademîsyenên li Tirkiyeyê jî hat.
Ji Zanîngeha Sabanci Prof. Dr. Leyla Neyzî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got; "Em hemû ji tiştên li welatê me diqewimin berpirs in. Ne pêkan e ku mirov bi van tiştan neêşe. Bi taybet ger mirov ji ezûmên 30 salin Kurd dijîn, agahdar be. Divê mirov ji çapemeniya sereke derbas bibe û bi medyaya alternatîf û kesên xwedî ezmûn re biaxive û hewl bide ku fêm bike.”
USTUNDAG: EM HEVALÊN XWE BI TENÊ NAHÊLIN
Ji Bogazîçîyê Doç. Dr. Nazan Ustundag jî piştgirî da kampanayayê û sedema destekkirina kampanyayê wiha anî ziman: "Em hevalên xwe bi tenê nahêlin. Em dê her tiştê dikevin ser milê me bikin. "
Ji Zanîngeha Missouri State ya Amerîkayê Doç. Dr. David Romano jî belavokê îmze kir û got; “Ger hukûmeta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê ji bo daxwazên mehkûmên di greva birçîbûnê de hewl bide."
HOPKINS: AZADIYA ZIMANÊ ZIKAMKÎ MAFÊ HERÎ SEREKE YE
Doç. Dr. Lale Yalçin-Heckmann ku li Almanyayê di Estîtîuya Max Planckê de dixebite, piştgirî da kampanyayê û greva birçîbûnê weke “hewldanek ji hêviyan tije ji bo bidawîkirina pevçûn aloziya bi salana didome û dibe sedema gelek mirina” nirxand.
Ji Zanîngeha John Hokins a Amerîkayê Prof. Dr. Niloofar Haeri got; “Axaftin, nivîsandin û fikirînan bi zimanê xwe yê zikmakî di nava mafên mirovan ên herî sereke de ye. Ger dewletek welatiyên ku daxwaza zimanê xwe yê zikmakî dikin weke tehdîd bibe, wê demê li wî welatî rêveberiyek baş tune ye.”