Ji bo gerîlayê HPG’ê Akkuş şîn hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Veysel Akkuş ê ku li Sêrtê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Rezanê şîn hat danîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Veysel Akkuş ê ku li Sêrtê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Rezanê şîn hat danîn.
Gerîlayê HPG'ê Veysel Akkuş li bejahiya Sêrtê di 22'yê cotmehê de di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û duh cenazeyê wî li gundê Spenî bi ser navçeya Licê ve hat veşartin. Ji bo gerîla Akkuş îro li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hat danîn.
Endam û rêveberên MEBYA-DER, DBP, HDP'ê û welatiyan serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin. Ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne rêz hat girtin.