Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal pitşî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlên xwe bibînin. Ji hingî ve parêzer nikarin muwekîlên xwe bibînin.