Ji bo çûyina Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin.
Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan û xwestin ew bi lezgînî bi muwekîlên xwe rûnên.
Ji ber ku bersiveke erênî yan jî neyînî nadin parêzeran parêzer ji 22’ê Mijdarê û vir ve ji bo hevdîtina bi lezgînî serlêdanan dikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de dema ku bi komploya navneweyî hate dîlgirtin û vir ve di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de, di bin tecrîdeke giran de ye.
Hevdîtina herî dawîn a bi Abdullah Ocalan re di 25’ê Adarê de bi telefonê bû. Birayê dema bi telefonê pê re diaxivî, xet hatibû qutkirin.
Ocalan herî dawî piştî 8 salan parêzerên xwe 2-22'yê Gulanê, 7'ê Tebaxa 2019'an hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.
Parêzeran di 22’ê Mijdarê de ji bo hevdîtina bi lezgînî serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dabûn û derketibû holê ku derbarê Abdullah Ocalan du biryarên qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû dadgehê derbarê Ocalan di 12’ê Cotmehê de hevdîtin 6 mehan qedexe kiriye.
Hakîmtiyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kir û biryara Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê ya ‘3 mehan hevdîtina ziyaretvanan lê hatiye qedexekirin’ a di 18’ê Tebaxê de wekî hincet nîşan da.