Ji bo 500. hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê ji cîhanê piştgirî
Ji bo 500. hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê ji cîhanê piştgirî
Ji bo 500. hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê ji cîhanê piştgirî
Malbatên ku her hefte ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin, li Qada Galatasaray a Stenbolê tên cem hev sibê cara 500’emîn tên cem hev. Ji bo malbatên ku wek Dayikên Şemiyê tên zanîn ji welatên cuda çalakiyên piştgiriyê wê pêk bên.
Malbatên xizmên windayan ku ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin her hefte li Qada Galatasayarê roja Şemiyan çalakiyan pêk tînin, sibe wê cara 500’emîn bên cem hev. Malbatên ku di raya giştî de wek Dayikên Şemiyê hatin nasîn dem bi dem ji ber zextan navberê bidin çalakiya xwe jî ev 19 sal e li aqûbeta xizmên xwe digerin.
Dayikên Aştiyê ku di bin bandora dayikên li Arjantînê ku ji bo zarokên xwe yên ji aliyê cuntayê ve hatin tunekirin man, gelek caran rastî zextan hatin û hatin binçavkirin. Ji ber van zextan di 13’ê Adara 1999’an de navber dan çalakiya xwe û di 31’ê Çileyê 2009’an de dîsa hatin cem hev. Vê hefteyê wê cara 500’emîn bên cem hev û daxwazên wan; aqûbeta windahiyan bê aşkerakirin, kujer bên darizandin, sûcê bi zorê windakirinê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê bê hesibandin û nekeve ber demboriyê û Peymana Windahiyên di Binçavan a Neteweyên Yekbûyî bê îmzekirinê bû. Dayikên Şemiyê wê di hefteya 500’emîn de bên cem hev daxwazên xwe dubare bikin.
LI CÎHANÊ ÇALAKIYÊN RÛNIŞTINÊ YÊN HEVDEM
Eleqeya bo çalakiya vê hefteyê ya 500’emîn gelek zêde ye. Çalakiya ku tê payîn ku bi hezara kes tevlî bibin, di nav de Suavî, Pinar Aydinlar, Ferhat Tunç, Akin Bîrdal, Civaka Muzîkê ya Vardiya jî heye nêzî 40 hunermend û nivîskar hene daxuyaniyek dan û diyar kirin ku dê wê rojê ew jî li wir bin. Ji gelek aliyan piştgirî bo Dayikên Şemiyê hat û her wiha ji welatên cuda jî hatin. Li bajarê Koln, Hamburg a Elmanyayê, li paytexta Viyana û bajarê Lînz a Avusturyayê, ji Zurîch a Swîsreyê û bajarê Toronto ya Kandayê jî wê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê çalakî pêk bên. Ev çalakî jî wê aliyê komîteyên piştevaniya Dayikên Şemiyê ve bên organîzekirin.
JI WINDAYÊN DIN ÇÊNEBIN
Çalakiya li Koln a Elmanyayê wê roja Şemiyê saet di 12.00’an de li ber Dêra Dom pêk bê. Çalakî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat wİndakirin, Aysel Ocak ve tê organîzekirin. Aysel Ocak diyar kir ku armanca wan ev e ku dengê Dayikên Şemiyê ragîhinin cîhanê û wiha got: “Ev mirov ev 500 hefte ne ji bo kes winda nebe, bi daxwaza aqûbeta windayan aşkera bibe tên cem hev. Em xizmên windayan yên li Ewropa û cihên din yên cîhanê dijîn, divê di rojeke wisa girîng de bibin dengê wan. Divê ev qîrîna 19 sal e li Stenbolê tê kirin, raya giştî bibîhize.
Ocak bi lêv kir ku Tirkiye di pêvajoyek girîng de derbas dibe û wiha got: “AKP ya ku ev 12 sal e desthilatdar e, bi protestoyên Kobanê re demên tarî yên salên 90’î dide jiyîn. Çeteyên Hîzbullahê ku kolanan înfazan dikin û ji windayên binçavan berpirs in, rastî tu cezayê nayên. Ji ber vê hefteya 500’emîn gelek girîng e.
DIXWAZIN DOZA OCAK BIKIN BER DEMBORIYÊ
Aysel Ocak der barê doza birayê xwe de jî agahî da û wiha pê de çû: “Mixabin daraz wek berê nêzîkatiya xwe didomîne. Tevî ku me bi dehan carî serlêdan kir jî serlêdanên me bê encam man û her wiha tevî biryarên DMME’ê lêpirsîn nehat kirin. Niha jî lêpirsîneke ku kî dimeşîne ne diyar e, didome. Ji serî de me xwest ku sûcên li dijî mirovahiyê nekevin ber demboriyê. Niha em di wê astê de ne. Ger ku heta 21’ê Adara 2015’an geşedanek çênebe dê doz bikeve ber demboriyê.
ARMANCA ME EM VÎ DENGÎ BIDIN BIHÎSTIN
Li ser navê Komîteya Piştevaniya Dayikên Aştiyê Engîn Çelîk diyar kir ku armanca pêkanîna çalakiyên li Zurîh û Bernê ev e ku dengê li Stenbolê bi raya giştî ya Ewropayê bidin bihistin û wiha got: “Ev 500 hefte ne ev mirov li wir rûdinin. Armanca me em dengê wan li Ewropayê bidin bihistin. Armanca me ev e ku em raya giştî bikin nava tevgerê.
Kujer diyar in. Lê winda li holê nînin. Dewlet wan diparêze. Hinek hê peywirê dikin. Armanca me ev e ku edelet bê cih. Kujer bên dîtin.
Berk Ozdemîr jî der barê çalakiya li Viyanayê pêk tê de axivî û diyar kir ku wê li ber seferatxaneya Tirk çalakî pêk bê.
NAVNÎŞANÊN ÇALAKIYAN WIHANE
Çalakiyên bi armanca piştevaniya bo Dayikên Şemiyê cih û saetên wan wihane:
ELMANYA
Li bajarê Kolnê li ber Dêra Dom
Saet: 12: 00
Li Berlînê jî li ber Alexanderplatz (Weltzeituhr)
Saet:12: 00
Li Hamburgê jî li ber Altona Mercado
Saet:12: 00
Li Stuttgartê jî li Schlosplatz dê pêk bê
Saet: 16:00
SWÎSRE
Li Bernê li ber îstasyona trênê
Saet:11: 00
Li Zurîhê li ber Dêra Jakob
Saet:11:00
AVUSTURYA
Li Viyanayê li ber Sefaretxaneya Tirk
Saet 11: 00
Li Lînzê li Martin Lutherplatz
Saet:11: 00
KANADA
Li bajarê Toronto li ber Sefaretxaneya Tirk
Saet: 11: 00
ÎNGÎLÎSTAN
Li Londonê li Trafalgar Squaer
Saet:14: 00