Ji welatiyên ku di encama gulebarana koma çekdar a ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê de birîndar bibûn, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, ji welatiyên ku di 26'ê cotmehê de, di encama gulebarana koma çekdar ku ketibû Taxa Eşrefiyeyê de birîndar bibûn 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku ji 25 kesên di êrîşa koma çekdar de birîndar bibûn, welatiyên bi navê Ýmar Halît Hebeş ê ji gundê Çermê yê Efrînê, Mistefa Hesen Dêro yê ji gundê Birçqas ê Efrîn û Nîdal Hisên Elî (26) jiyana xwe ji dest da. Bi 3 kesên dawî re, hejmara welatiyên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 13'an.
Di 26'ê cotmehê de, komek çekdar a bi navê Tabura Selahaddîn Eyubî ku xwe wekî girêdayî Artêşa Azad nîşan dide, ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê ya ku piranî kurd lê dijîn. Komê diyar kiribû ku wan kontrola taxê girtiye bin destê xwe. Li ser vê yekê şêniyên taxê heyetek ava kir û xwest ku bi komê re hevdîtina çêbike û bixwaze ku ji taxê derkeve. Lê komê îdîa kir ku wan tax rizgar kiriye. Bi sedan şêniyên taxê jî li hev kom bûn û meş lidar xist, lê koma çekdar gule barandin û 10 sivîl qetil kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê jî bersiv da û 19 êrîşkar kuştin. Her wiha gelek jî dîl girtin.
Di 25'ê cotmehê de jî, di encama topbarana artêşa Sûriyeyê ya li hemberî Taxa Eşrefiyê de 10 Kurdan jiyana xwe ji dest dabû.