Ji ber barkirina rojnameya Xwebûnê polîsan gef li fîrmaya otobusê xwarin
Dema fîrmaya otobusê kargoya rojnameya Xwebûnê wergirtin, polîsan gef li fîrmaya otobusê xwarin û rojname ji otobusê hatin daxistin.
Dema fîrmaya otobusê kargoya rojnameya Xwebûnê wergirtin, polîsan gef li fîrmaya otobusê xwarin û rojname ji otobusê hatin daxistin.
Belavkirina rojnameya Xwebûnê ji aliyê polîsên sivîl ên Midûriyeta Polîsan a Amedê ve tê astengkirin. Polîsan belavkarê ku rojname ji Amedê bi kargoya otobusê dişand Stenbolê, li Termînala Otobusan (DÎŞTÎ) ya Amedê rawestand, pêşî wêneyê belavkar kişand, piştre jî gef li şîrketa otobusê xwar û rojname ji otobusê daxist.
Polîsên ku nehiştin hejmara 150emîn a Xwebûnê ji Stenbolê re bê şandin, gef li xebatkarên şîrketê xwar û got “Hûn ê vê rojnameyê wernegirin. Ger hûn bibin em ê otobusê girêbidin.”
Polîsan di 19'ê Îlonê de nehiştibûn hejmara 144'an a rojnameyê ji Mêrsînê re were şandin. Di 15'ê Cotmehê de polîsên ku hatibûn otogarê gef li xebatkarên fîrmayê xwaribûn.