BDP sibe dê li 3 herêmên Stenbolê li 31 deveran hemwext çalakiyan li darxîne. Çalakî dê di demjimêr 15.00’an de destpê bikin.
Çalakiya girtiyên siyasî yên Kurd ku ji bo pêkanîna mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê perwerde û parastina bi zimanê zikmakî ji 12’ê Îlonê ve dest çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û di roja 59’an de didomin, rêxistina BDP’a Stenbolê jî sibe li 3 herêman 31 deveran çalakiyên hemwext lidardixe.
Çalakiyên ku di demjimêr 15.00’an de destpê dikin wiha ne:
HERÊMA 1’MÎN
Kadikoy: Li Qada Îskele çalakiya rûniştinê.
Kartal: Li peravê daxuyaniya çapemeniyê.
Sultanbeylî: Li qadê daxuyaniya çapemeniyê.
Sancaktepe: Li Rêya Demokrasiyê daxuyaniya çapemeniyê.
Ataşehîr: Li ser rêya Hal li ber buroya hilbijartinê daxuyaniya çapemeniyê.
Maltepe: Li qadê daxuyaniya çapemeniyê.
Umraniye, Uskudar û Beykoz: Li qadê daxuyaniya çapemeniyê.
Pendîk û Tûzla: Li ber avahiya navçeyê daxuyanî.
HERÊMA 2’MÎN
Şîşlî: Li ber rawestgeha Metro daxuyaniya çapemeniyê.
Sariyer: LiTaxa Derbent daxuyaniya çapemeniyê û ber bi metroyê ve meş.
Zeytînbûrnû: Li ber avahiya navçeyê çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê.
Bayrampaşa: Li ber avahiya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê.
Fatîh: Li ber metroya Aksarayê û li Bazara Jinan belavkirina belavokan.
Esenler: Li Qaqa Tepe daxuyaniya çapemeniyê û meş.
Gazîosmanpaşa: Li Taxa Karayollari meş.
Sultangazî: Li Taxa Gazî li rawestgeha qereqola kevin meş.
Kagithane: Li Çaglayanê daxuyaniya çapemenî û meş.
Eyup: Li Qada Taxa Guzeltepe daxuyaniya çapemeniyê.
Beyoglû: Li Taxa Çûkûrê meş.
HERÊMA 3’MÎN
Avcilar: Li ser rêya Marmara meşa bêdeng û daxuyaniya çapemeniyê.
Beylîkduzu: Li qada jorî rawestgeha metrebusê çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê.
Başakşehîr: Ji ber avahiya navçeyê heya qadê meş û çalakiya rûniştinê.
Bagcilar: Ji ber avahiya navçeyê heya Demîrkapiyê meş.
Gungoren: Ji ber rawestgeha tramvaya Kalesentir heya ber avahiya AKP’ê meş û çelenk danîn.
Bakirkoy: Ji ber deriyê navçeyê heya qadê daxuyaniya çapemeniyê.
Bahçelîevler: Ji Qada Şirînevler heya Rêya Fatîhê meş.
Esenyûrt: Li ber deriyê rawestgeha Deop meş.
Kuçukçekmece: Li Kadriye Moroglûyê daxuyaniya çapemeniyê.