Ji bavê Poyraz a hat qetilkirin re ceza xwestin

Ji bavê Denîz Poyraz Abdullîlah Poyraz ku ji ber hevpeyvîna ku piştî qetilkirina keça xwe dabû tê darizandin re ceza hat xwestin.

Di 17'ê hezîrana 2021'ân de faşîstê bi navê Onûr Gencer êrîşî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kirîbû. Ji ber hevpeyvîneke ku piştî qetilkirina keça xwe dabû bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" doz li bavê Poyraz Abdulîllah Poyraz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Poyraz û parêzerên xwe li danişînê amade bûn.

Poyraz, parastina xwe bi Kurdî kir û sûcdariya li xwe red kir û got: "Hevpeyvîna mijara gotinê, der barê qetilkirina keça min Denîz Poyraz de bû. Faşîst û nîjadperestekê, ne keça min jineke din qetil bikira min ê dîsa heman gotinan bigota." Parêzerên Poyraz jî destnîşan kirin ku gotinên muwekîlê wan nabin sûc û daxwaza beraeta Poyraz kirin.

Piştî parastina Poyraz û parêzerên wî dozger, got ku mutalaya wî ya der barê esasê de amade ye û îdia kir ku bi belavkirina hevpeyvînê ya li ser medya dijîtal sûcê "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin û xwest ku Poyraz bê cezakirin.

Parêzerên Poyraz ji bo parastinê daxwaza demê kirin.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 23'ê hezîranê kir.