Kurdistaniyên li Awustralyayê dijîn, li ber Parlementoya Victoriayê li hev kom bûn û bi çalakiyekê piştgirî dan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a girtiyên Kurd.
Li paytexta e eyaleta Eyaleta Victoria Melbourne ya Awustralyayê, bi boneya piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Komeleya Kurdistaniyên Victoriayê li ber Parlementoya Eyaleta Victoriayê pêk hat.
Li ser navê civaka Kurdan a li Awustralyayê Mîrza Ulus û Denîz Ozer axivîn û bal kişandin ser berxwedana gelê Kurd a li hemberî zextan û destkeftiyên Kurdan.
Di çalakiyê de pankartên “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Azadî”, “Ji Şer na, ji mirinê re na, ji jiyanê re erê” hatin vekirin û Kurdan li navenda bajarê Melbourneyê belavok belav kirin.