Di pêşengtiya CHP’ê de girseya ku li ber Meclîsa kevin kombûn û ji ber Cejna Komarê ya 29’ê Cotmehê dê bi meşin Anitkabîrê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin û bi bombeyên gazê êrîş kirin.
Walîtiya Enqereyê ji ber sedema Cejna Komarê ya 29’ê Cotmehê meşa ku dê li ber Meclîsa kevin heya Anitkabîrê biçe qedexekir, polîsan girseya ku li ber Meclîsa kevin kombû dorpêçkir.
Dema ku demjimêra kombûyînê nêzbû bi hezaran kes ber bi benda polîsan ve çûn. Polîsên ku anons kirin dê destûr nedin meşê bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Girseyê bi petên avê û keviran bersiv da polîsan û sloganên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin avêtin. Ji ber sedema bombeyên gazê gelek jin li ser hişên xwe çûn. Her wiha ketina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya qadê ji aliyê hinek koman ve hate protesto kirin.