156 akademîsyenan der barê grevên birçîbûnê de danezanek weşandin û gotin: “Ji bo helwestgirtina ji bo aştiyê, çalakiya herî lezgîn ya ku divê pêk bê, ji bo çalakiyê grevê ya girtiyan bê rawestandin divê demildest bikevin nava tevgerê.”
Tevî Alî Akay, Ayşe Gul Altinay, Berna Guler Muftuoglu, Erdem Yoruk, Dîlek Hattatoglu, Încî Gokmen, Meltem Ahiska, Şahîka Yuksel, Vangelîs Kechrîotîs û Yahya Madra, bi giştî 156 akademîsyen der barê greva birçîbûnê de danezanek weşandin.
Akademîsyenan da zanîn ku di xebatên xwe yên nivîs û dersan de dê pêşî pirsgirêka kurd û daxwazên wan bînin rojevê. Akademîsyenan wiha got: “Em di aktîvîteyên xwe yên akademîk de ji bo ku daxwazên girtiyên kurd yên parastina bi zimanê dayikê û destpêkirina muzakeran pêk bê û her wiha tecrdsa li ser Abdullah Ocalan rabe, derkeve pêş dê bînin rojeva xwe. Yanî pirsgirka kurd û daxwazên wan em ê bînin rojevê.”
Danezana akademîsyenan wiha ye: “Tirkiye di rewşa xwe ya îroyî de ber bi karesatekê ve diçe. Ev şerê 30 salî texrîbatên mezin yên madî û maneeî li ser vî gelî kiriye. Xweza, mirovahî û civaka di asteke mezin de ziyan dîtiye. Şîdet rêzegên sînoranennas nifş bi nifş berdewam dike. Ev trawma her diçe belav dibe û di hişê me de her tim weke hilweşînekê dimîne. Şer divê demildest raweste. Divê derfetên bo aştiyê bê afirandin. Divê helwestek ji bo aştiyê bê girtin. Niha çalakiya lezgîn eve ku divê ji bo greva girtiyan bê rawestandin têkevin nava tevgerê. Em li vir in. Em hemû komên pîşeyê vexwendixwînin vê çalakiyê.”