Ji 76 wekîlên çepgir ên Alman banga greva birçîbûnê!

Ji 76 wekîlên çepgir ên Alman banga greva birçîbûnê!

Koma Partiya Çepgir a Almanyayê ku di Meclîsa Federal a Alman de 76 parlementerên wê hene ji bo greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir. Parlementeran banga “Li hemberî polîtîkayên hukûmeta Tirk ên li dijî Kurdan bê deng nemîne” li Merkelê kirin û ji hukûmeta AKP’ê ji xwestin ku dest bi muzakereya bi girtiyan re bike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12’ê îlonê ve dane destpêkirin ket roja 56’emîn. Daxwaz û çalakiyên girtiyên Kurd di rojeva raya giştî ya navneteweyî de ye. Koma Partiya Çepgir a Alman a Meclîsa Federal piştgirî da çalakgerên Kurd û ji bo daxwazên girityan bang li hukûmetên Alman û Tirk kirin.

Koma Partiya Çepgir bal kişand ku di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên gelek mezin çêbûne û ev bang kir:

"Tevî rewşenbîr, sendîkavan, rojnamevana nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd ên muxalîf hatin girtin. Ji girtiyan 700 girtî ev bi rojan e di greva birçîbûnê de ne. Komek ji vana ji 12’ê îlonê ve di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî, 5’ê mijdarê 10 hezar girtiyan aşkere kir ku ew ê bi komî dest bi greva birçîbûnê bikin.

Daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser Ocalan, parastin û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Divê êdî hukûmeta federal a Alman van bûyeran û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê zêde dibin bibîne û piştgiriya dide hukûmeta Erdogan qut bike. Her wiha, koma me ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê ji hukûemta Tirk jî dixwaze ku bi girtiyan re dest bi muzakereyan bike."