Ji 22 wekîlên Swêdî ji bo Gul banga 'mirinan rawestîne'

Ji 22 wekîlên Swêdî ji bo Gul banga 'mirinan rawestîne'

Li Swêdê 22 parlementerên ji partiyên cûda nameyek ji Serokkomarê Tirk Abdullah Gul re şandin û bi bîr xistin ku çalakgerên greva birçîbûnê yên gihiştine ber mirinê û ji bo rawestandina mirinan ji Gul xwestin ku bikeve dewrê.

Parlementeran destnîşan kirin ku di nîva meha îlonê de li Amedê 9 girtiyên jin dest bi grevê kirin û bi vî awayî ev grev veguherî greva herî mezin a Tirkiyeya nûjen e.

Di nameyê de hate diyarkirin ku girtî mafên çandî yên gelê Kurd, perwerde û mafê parastina bi zimanê zikmakî dixwazin. Parlementeran bi bîr xistin ku ji ber ku destûr nadin ku girtî xwe bi zimanê Kurd biparêzin, darizandineke adil pêk nayê.

Di nameyê de hate diyarkirin ku Komeleya Mafê Mirovan daxwaz dike ku di çarçoveya Deklerasyona Maltayê nêzî girtiyên di greva birçîbûnê de bibin û wiha tê gotin: “Her çendî rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de gihiştiye asteke pir krîtîk, lê hukûmeta Tirk derbarê rewşa di girtîgehan de tu daxuyaniyek nade. Çapemeniya Tirk bêdengiya xwe didomîne. Ger hukûmeta tu tiştek neke dê girtî bi rîska mirinê re rû bi rû bimînin û ev yek jî dê rêbazên aşitiye yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zortir bike. Divê girtiyên ku 3 sal in di girtîgehê de ne bikarin bi zimanê zikmakî parastina xwe bikin, an jî divê tavilê serbest bên berdan. Û divê dewleta Tirk bi rêber û rêxistinên Kurdan re ji bo muzakereyeke cidî rûne û ji bo vê rêyek peyda bike. Girtiyên ku ev du meh in greva xwe ya birçîbûnê didomînin, dibe a niha jiyana xwe ji dest bidin.”

Di nava kesên îmze dane nameyê de li gel endamên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat, Partiya Çepgir û Partiya Keskan, endamên partiya Muhafezaka ku hevpara desthilatiyê ye, Partiya Xirîstiyan Demokrat, Partiya Navendê û Partiya Gel jî îmze dane vê nameyê. Ji partiyên desthilat 11 parlementeran îmze dane vê nameyê. Di nava va wan de îmzeya rêberê berê yê Partiya Çepgir Lars Ohly, Hevserokê berê yê Partiya Keskan Peter Eriksson û Berpirsa Peywendiyên Derve ya Partiya Xristiyan-Demokra Desiree Pethrus jî hene.

Parlementera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ya endama Partiya Çepgir Amineh Kakavabeh ku înîsiyatîfa nameyê girtiye ser xwe, beriya 15 rojan mijarê anîbû rojeva parlementoyê, lê Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt li şûna bikeve dewrê û zextan li Enqereyê bike, gotinên xwe yên berê dubare kir. Kakabaveh Bildt bi alîgirtiya polîtîkayên AKP’ê tawanbar kir û careke din jê xwest ku bikeve dewrê.