Pênç endamên desteya rêveberên rêxistina IUSY ya ku nunertiya nêzî 150 rêxistinên ciwanan ên partiyên siyasî yên cîhanê dike, yên Ûrûgûayi, Spanî, Filistînî, Îsraîlî Swêdî-Kurd bi daxuyaniyek hevpar û peyama piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dan û xwestin pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bibe.
Daxuyanî bi zimanên Înglîzî, Spanî û Swêdî hate belavkirin û pêşkêşê hemû saziyên çapemeniyê yên Swêd û Spanyayê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pirsgirêka herî lezgîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafên çandî, ziman û nasnameya Kurdan tê înkarkirin, di cejna wan a neteweyî Newrozê de polîs bi ava şid, bombeyên çavsoj û guleyên plastîk êrîşê Kurdan dikin.
Her wiha tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê di çarçoveya yasaya dijî terorê ya keyfî de, tevî 6 parlementerên BDp’ê, bi dehan şaredar, xwendekar, parêzvanên mafê mirovan, parêzer, rojnamevan û nivîskar nêzî 8 hezar kes hatine girtin.
Tê destnîşankirin ku 12’yê îlonê, 63 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, daxwaza sereke ya girtiyan perwerdehî û parastina bi zimanê zikmakî ye û li gorî daneyên BDP’ê 776 girtî niha di greva birçîbûnê de ne.
Rêberên IUSY bal kişand ser daxuyaniya Rêxistina Efûya Navneteweyî ya ku 23’yê cotmehê aşkere kir û diyar kirin ku dawî li îşkence û mûameleyên xirab ên li hemberî girtiyan bîne û li çarçoveya yasayên navneteweyî de girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku divê Erdogan di sozên xwe yên ji bo rêzdariya li hemberî mafên Kurdan û naskirina wan mafan cidî be û her wiha tê destnîşankirin ku tenê gotinên xweş û geş têrê nakin û divê mafên Kurdan bêne mîsogerkirin.
Bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û raya giştî ya navneteweyî tê kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyan pêk bên, rêz nîşanî mafê mirovan bê danîn, Kurd û kêmarên din ên li Tirkiyey bigihin mafên xwe zextê li Tirkiyeyê bikin.
Seroka Duwemîn a Yekitiya Ciwanên Sosyalîsta Enternasyonel û endama Lijneya Rêveb eriya Navenda SSU ya ciwanên Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat a Swêdê Evîn Încîr dibêje ku divê tu girtî ji bo daxwaz û mafên mirovan nemirin û da zanîn ku ew weke IUSY pêşveçûnên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêzîk ve dişopînin û ew dê piştgiriya xwe ya ji bo greva birçîbûnê bidomînin.
Li binê daxuyaniya IUSY îmzeyên van rêveberan hene:
Viviana Pinero (Ûrûgûay) Seroka IUSY, Beatriz Talegon (Spanya) Sekretera Giştî ya IUSY, Hanin Khoury (Filistin) Seroka Duwemîn ya IUSY, Nimrod Barnea (Îsraîl) Serokê Duwemîn IUSY, Evîn Încîr (Swêd) Seroka Duwemîn a IUSY.