Îtîraza malbat û parêzerên Sarisuluk hat reddikirin

Îtîraza malbat û parêzerên Sarisuluk hat reddikirin

Li hemberî biryara serbestberdana polîsê ku Ethem Sarisuluk ê di dema çalakiyên protestokirina êrîşên Parka Gezî de li Enqereyê qetil kir malbat û parêzerên Sarisuluk li hemberî biryarê derketibûn û îtîraz kiribûn. Ev îtîraz ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat redkirin.

Dozgerê Komarê  Yusuf Ozturk,  bi hinceta “Li gorî xala CMK a 234’an mafên mexdûr û yê gilî dike yek bi yek hatiye nîşandan. Di nav wan mafan de biryara berdanê nîn e” der barê biryara redkirinê de got ku tenê dozgeriya komarê dikare îtîraz bike.