Îsyana li girtîgeha Tîpa E ya Kocaeliyê bi dawî bû

Îsyana li girtîgeha Tîpa E ya Kocaeliyê bi dawî bû

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kocaeliyê, ji ber ku ji kapasîteyê zêdetir girtî û hikumxwar li girtîgehê tên ragirtin, mercên jiyanê nebaş in û giliyên tên kirin bêbersiv dimînin, alavên li koxûşan hatin şewitandin. Îsyan di encama hevdîtina bi rayedaran re de bi dawî bû.

Girtî û hikumxwarên li Girtîgeha Tîpa E ya Kocaeliyê, bi şewitandina alavên li koxûşan dest bi îsyanê kirin. Sedema îsyanê jî hejmara zêde ya girtî û hikumxwaran, mercên nebaş û bêbersivhiştina giliyan. Ekîbên arkujiyê dest li şewata li girtîgehê werdan.

Çalakiya girtiyan saet di 23:45'an de piştî hevdîtina bi rayedaran a ji bo bersivdayîna daxwazên wan bi dawî bû. Serdozgerê Komarê yê Kocaeliyê Mûstafa Kuçuk piştî bidawîbûna bûyerê daxuyaniyek da û got, "Beriya her tiştî ev îsyan nîne. Hin daxwazên wan hene. Me ew daxwaz wergirtin. Bila malbat nekevin nava gumanan, hemû mehkûm ketine koxûşan. Ti birîndar nîne, bi tenê zerar dan koxûşan."