Îran: Tirkiye piştgiriyê dide Mûrsî
Îran: Tirkiye piştgiriyê dide Mûrsî
Îran: Tirkiye piştgiriyê dide Mûrsî
Berdevkê Komîsyona Polîtîkaya Derve û Ewlehiya Meclîsa Îranê Huseyîn Nakavî Hûseynî îdia kir ku, hikumeta Tirk ji ber fikir û ramanên hevpar niha ji piştgiriyê dide Mûrsî û Birayên Misilmanan, dê ev rewş Tirkiyeyê bêxe nava aloziyê.
Berdevkê Komîsyona Polîtîkaya Derve û Ewlehiya Meclîsa Îranê Hûseyîn Nakavî li paytexta Îranê Tehranê di civînek ya çapemeniyê de axivî û da diyar kirin ku, piştî serdana Wezîrê Karê Dervê yê Îranê Eli Ekber Salih li Enqereyê, Salih bi endamên komîsyonê re li ser mijara Tirkiye, Misir û herêmê hevdîtin pêk anî û Huseynî destnişan kir ku, Tirkiye ta niha jî piştgiriyê dide Serok Komarê berê yê Mirsê Mûrsî û dixwaze dîsa Mûrsî vegere ser kar û wiha got: “Wezîrê Karê Dervê yê me li Enqereyê di çarçoveya peywendiyên xwe de ji rayederên Tirk xwest ku, rayederên Tirk guh bidin daxwazên gelê Misrê. Lê disan jî Tirkiye piştgiriyê dide Mûrsî û Birayên Misilman û bi zêdebûna vê piştgiriyê re dê Hikumeta Tirkiyeyê rastî aloziyan were.”