Îran dest ji bidarvekirinê bernade

Îran dest ji bidarvekirinê bernade

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê îro 5 kes bi hinceta bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li bajarê Qezuyn bi dar ve kir.

Li gorî çavkaniyên hatine bidestxistin, Dozgerê Bajarê Qezuyn Îsmaîl Sadiq Nîyarekî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihandiye ku, îro serê sibehê li bajarê Qezuyn 5 kes hatine bidarvekirin. Ji van 3 kes bi sedema ku bazirganiya madeyên hişber dikirin û 2 kesên din jî ji ber sedema tevlî bûyerên kuştinê bûne hatine bidarvekirin

Duh jî ku Rejîma Komara Îslamî ya Îranê  5 jin jî di nav de 11 kes bi hinceta bazirganiya madeyên hişber kirine li Girtîgeha Zahîdanê bi dar ve kir.

Li gorî rapora Komeleya Çalakiyên Mafê Mirovan li Îranê, ew 11 kesên ku di 4’ê Tirmehê de sewqî Girtîgeha Navendiya bajarê Zahîdan hatin kirin, di 6’ê Tîrmehê de ji aliyê Rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Di nav de 5 jê jin in.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bi destxistin, roja ku girtî birine Girtîgeha Navendiya bajarê Zahîdanê hemû xetên telefonên girtîgehê hatine qutkirin û  heta niha jî qet çapemeniya fermî ya Îranê  bidarvekirina 11 kesan belav nekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku, li Îranê di çarçoveya berdewamkirina cezayê bidarvekirinê de ji roja 2’ê Tîrmehê heya 7’ê Tîrmehê di demên cuda de kesên hatine bidarvekirin gihişt 61 kesan.