Yekitiya Hekîmên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) bang li hukûmeta Tirk kir ku pêwîtiyên tibî yên girtiyên di greva birçîbûnê de pêk bînin. IPPNW’yê serî li balyozxaneya Tirk a li Almanyayê dan û ji Enqreyê xwestin ku mûameleyên xirab li girtiyên di greva birçîbûnê de nekin û ceza nedin wana.
Beriya serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ku dê îro li Almanyayê dest pê bike, Yekitiya Hekîmên Navneteweyî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) ji bo greva birçîbûnê ya ku îro dikeve roja 49’emîn serî li balyozxaneya Tirk da û di nameya serlêdanê de ji dewleta Tirk kir ku ji bo tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê hemû derfetan serferber bikin.
Rêxistina aşitîxwaz a cîhanî IPPNW’yê bal kişand ser daxuyaniya bi awayê “Jiyana çalakgeran di xeteriyê de ye” ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û xwest hemû pêwîstiyên tibî yên girtiyên di grevê de bêne pêkanîn.
IPPNW’yê ji bo lêkolînkirina rewşa di girtîgehên Tirk de şandek di meha sibatê de şandibû Tirkiyeyê û aşkere kiribû ku girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. IPPNW’yê ji Wezîrê Dadê yê Tirk re name şand û bal kişand ku tenê li Amedê 256 girtiyên ku nexweşiyên wan ên giran hene, hene. IPPNW’yê ji Wezaretê xwestibû ku pêwîstiyên wan ên tenduristiyê pêk bînin.