Huseyîn Çelebî û Andre Wolf hatin bibîranîn

Huseyîn Çelebî û Andre Wolf hatin bibîranîn

Huseyîn Çelebî û gerîlaya Alman Andrea Wolf ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan li bajarê Munîh a Almanyayê hatin bibîranîn. Hevalên Wolf û Çelebî tevli bîranînê bûn û gelek aliyên çepgir û demokrat jî tevlî bûn.

Hevalên Çelebî û Wolf, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), ciwanên karkerên Sosyalîst ya Almanyayê û Komeleya Çanda Kurd li Munîhê li dar xist. Pêşandanek hat pêşkêşkirin û belgefîlmek hat nîşandan.

Di belgewariyê de roportaja heyeta der barê gorên komî ya Şaxa Wanê ku cenazeya Anderea Wolf jî heye , çûbûn herêmê û lêkolîn dikirin jî heye. Heyeta sala borî çûbû Kurdistanê di bernameyê de jî amade bûn. Heyetê da zanîn ku divê Tirkiye bi rastiya xwe re bê ru hev û got ku ev ji bo pêvajoya aştiyê gelek girîng e.

Her wiha hate diyarkirin ku rayedarên hikûmeta tirk bi awayekî keyfî nêzî xebatên wan bûne û piştgirî dan çalakiya girtiyên ketine greva birçîbûnê. Bername bi pêşendanek û belgefîlmekî berdewam kir.

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku divê xwedî li mîrateya Huseyîn Çelebî û Andrea Wolf bê derketin. Di bernameyê de pêşandaneke der barê geşedanên Kurdistanê de hat pêşkêşikirin û bername bi dawî bû.

Her wiha di çalakiyê de di çarçoveya Kampanyaya Ji bo Ocalan Azadî îmze hat berhevkirin. Ligel vê hate gotin ku 17’ê mijdarê bi wesîleya 20’emîn salvegera şehadeta Çelebî dê li Zanîngeha Bochum şahiya 20’emîn Wêjeya Huseyîn Çelebî bê lidarxistin.

Anderea Wolf li Almanyayê ji dayik bûye û di sala 1997’an de tevlî PKK’ê bûye. Li çiyayên Kurdistanê navê Ronahî bi kar anî. 23yê cotmeha 1998an li navçeya Şaxê ya Wanê bi saxî hat girtin û piştre hat înfazkirin. Cenazeyê Wolfa ku 33 salî bû tevî 41 gerîlayên PKK’ê re xistin çalekî.

Huseyîn Çelebî jî 1967’an de li Hamburgê wekî zarokekî malbatek ji Dersîmê hat dinê. 1986an dest bi zanîngehê kir û di 1988an de hate girtin û du salan di girtîgehê de ma. Di sala 1990 de tevli gerîla bû û 1992an de li herêma Heftenîn di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Çelebî Serokê Rumeta YXK’ê ye.