HPG’ê îdîayên operasyona dersînor a bejahî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê derewand û got: “Armanca vê şerê psîkolojîk ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ew e ku bi propagandayên wiha komkujiya ji aliyê balefirên şer ve li Qendîlê pêk hat veşêre.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê îdîayên operasyona “dersînor a bejahî” ya artêş û çapemeniya Tirk derewand.
Di daxuyaniya der barê mijdarê de hat gotin; “Tu têkiliya nûçeyên ku dibêjin artêşa dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dersînor a bejahî li dar xistiye, bi rastiyê re tune ye. Artêşa Tirk ji bilî bombebarana bi balefiran ku tenê ew hêz di destê wê de maye û di her carekê de serî li vê yekê dide û piraniya caran herêmên sivîl bombebaran dike, tu operasyoneke din a dersînor li dar nexistiye.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di berdewamê de got; “Armanca vê şerê psîkolojîk ku tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ew e ku bi propagandayên wiha komkujiya ji aliyê balefirên şer ve li Qendîlê pêk hat veşêre.”