HPG’ê têkildarî nûçeyên derew ên hêzên dagirker agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê: Wekî ku hemû kesên welatparêz û demokratîk dizanin ku di vê pêvajoya şer de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê gelekî tengijiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê: Wekî ku hemû kesên welatparêz û demokratîk dizanin ku di vê pêvajoya şer de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê gelekî tengijiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta dagirker Komara Tirkiyeyê axaftinekê derdixînin pêş, qaşo ew axaftin aîdî Fermandariya Biryargeha Navendî ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Dewleta dagirker Komara Tirkiyeyê axaftinekê derdixînin pêş, qaşo ew axaftin aîdî Fermandariya Biryargeha Navendî ye. Wekî ku hemû kesên welatparêz û demokratîk dizanin ku di vê pêvajoya şer de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê gelekî tengijiye. Hemû îdîayên vê propagandaya wan a pûç derew e û dixwazin bi vî tiştî re moral bidin hêzên dagirker. Em diyar dikin ku nûçeyên bi vî rengî ne xema me ne, axaftineke wisa nehatiye kirin û gotinên wê axaftinê hemû derew in.”