Hilbijêrên Berlînî dengên xwe bikar tînin
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li Elmanyê dengdan didome. Li paytexta Elmanya Berlînê hilbijêr li ser sindoqan bûn.

Di 8 sindoqên ku li baxçeyê Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li ser Cadeya Berlîn Heer e deng tên bikaranîn. Hat dîtîn hejmara kesên îro dengên xwe bikar anîn kêm bû.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Tûrgût Oker û Nûnerê HDP’ê yê Elmanya Hevserokê NAVDEM’ê Yuksel Koç hatin konsolosxaneya ku deng tên bikaranîn, bi wezîfedarên sindoqan û meşahîdan re hevdîtineke kurt pêk anîn.
Koç û Oker ên li vir daxuyaniyeke kurt dan, paşê bi Sersefîrê Berlînê Ahmet Başar Şen re hevdîtin pêk anîn.
Koç û Oker, bi aktîvîst û muşahîdên ku li derve û hundirê konsolosxaneyê hilbijêran agahdar dikin re hevdîtin pêk anîn.