Hikûmet dîsa li dijî Kurdan amadekariyên tezkereyê dike

Hikûmet dîsa li dijî Kurdan amadekariyên tezkereyê dike

Ji bo pirsgirêka Kurd veguhere merheleya çareseriyê ku meha Îlonê tê destnîşankirin, hikûmeta AKP’ê di nav amadekariyan de ye ku li hember Rojava û Herêmên Parastinê yên Medya du tezkereyan derxe. Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç anî ziman ku bi vekirina meclîsê re der barê Sûriye û Iraqê de wê du tezkereyan bînin rojevê û dê ew tezkere ji yên din hîn berfirehtir bin. Arinç di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ de jî got ku wê rol negirin.

Berdevkê hikûmetê û Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç piştî civîna Desteya Wezîran daxuyanî da. Arinç destpêkê bersiv da pirsa têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA Kerry ku di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ de ji bo Tirkiyeyê gotibû, ‘Rehîne hatin rizgarkirin em hê zêde piştgiriyê dixwazin' bersiv da. Arinç mîna Davutoglu bi axaftina divê sedemên ku DAIŞ derxistin holê bên tunekirin, hewl da DAIŞ rewşa nîşan bide. Ji bo banga DYA jî got; “Wê Tirkiye destpêk û dawiya kar bifikire (ya dikeve ser milê xwe) wê bike. Wê Tirkiye bi zanebûna fêde û zerara wê li ku derê ye û çiqas e tevbigere. An na bi  heweseke mezin bê ku destpêk û paşiya wê bifikire wê ti gavan neavêje. Ev nayê wê wateyê ku rolên ji me re hatine dayîn wê tavilê bên qebûlkirin.”

Arinç got ku 1’ê Cotmehê bi vekirina Meclîsê re wê der bare Sûriye û Iraqê de du tezkere bên rojevê. Arinç got ku dê ew tezkere ji yên din hê berfirehtir bin û wiha dewam kir: “Ango dema ew tezkere derkevin wê tezkereyek berfireh be ku 'em ê nebêjin pêdiviya min bi vê jî heye. Lê belê rêbaz û egerên van tezkereyan di destûra bingehîn de hatine diyarkirin û wê ew mutleq cih bigirin. Çarçoveya wê, dema wê, li ku derê û çi wezîfeyên wê hene bi awayekî berfireh aşkera bên nivîsîn. Lê ez dikarim bêjim ji tezkereyên berî niha salekê bi çend xisusan cuda ye.”