Hêzên Îranê bi guleyên rastîn êrîşî xwepêşandanan dikin
Di çalakiya li bajarê Xaş a Belûçistanê de hêzên dewleta Îranê rasterast gule li welatiyan reşandin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, nehate tespîtkirin.
Di çalakiya li bajarê Xaş a Belûçistanê de hêzên dewleta Îranê rasterast gule li welatiyan reşandin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, nehate tespîtkirin.
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bênavber dewam dikin. Hêzên dewleta Îranê ji bo pêşiya xwepêşananan bigirin serî li tundiyê didin û rasterast welatiyan gulebaran dikin.
Duh jî li bajarên Reşt, Xaş, Saravan, Iranşehr û Zahêdan gel piştî nimêja Înê daketin qadan û nerazîbûn nîşanî dewleta Îranê dan. Li ser vê yekê hêzên dewleta Îranê rasterast gule li gel reşandin.
Çalakvanan avêtin ser navendeke hêzên dewleta Îranê ya li bajarê Xaş a Belûçistanê. Li ser vê yekê hêzên rejîmê gule li ser gel reşandin û xwestin çalakvanan belav bikin. Heta niha nayê zanîn, bê ka çend welatiyan jiyana xwe ji desta dane û birîndar bûne.
Li gorî dîmen û agahiyên li ser tevnên civakî belav bûne, di êrîşa li Xaşê de hêzên dewleta Îranê 7 kes qetil kirine.
Duh li bajarê Sine di çil rojiya Ebdulselam Qadir Geluwan ku di xwepêşandana de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû şehîdkirin, li ser goristanê bi tevlîbûna dehan kesî merasîmek pêk hat.
Li bajarê Rask jî welatî daketin qadan û xwepêşandan kirin.
Xwepêşander li bajarê Serbaz jî daketin ser rê û bi şewitandina lastîkên wesayîtan rê li çûn û hatinê girtin.
Li bajarê Zahêdan jî ji bo pêşiya xwepêşandanan bê girtin, gelek hêzên dewletê bi cilên sivîl li nava kuçe û ser rêyan hatin bicihkirin.
Li Seqizê jî xwendevan û mamoste daketin qadan û bi dirûşman nerazîbûnên xwe anîn ziman. Her wiha li gelek navendên Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin kûçe û kolanan, çalakiyên xwe domandin.