Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “tenê kesek di rojiya mirinê de ye. Yên din hemû şow dikin” heyeta CHP’ê çû serdana 6 girtîgehan û li Meclîsê civînek çapemeniyê pêk anî. Heyetê daxuyaniyên Erdogan derewand û diyar kir ku ew li rastî tu “xwarin û vexwarinê” nehatine. Heyetê da zanîn ku ji ber xwarinê naxwin, mîde li hev dikeve, gava diçin destavê xwîn tê, serê wan diêşin, çavên wan wan tarî dibin, baş nabînin, bêhalî, bêxewî, şewitîna qirikê, di axaftin û rêveçûnê de zoriyan dikişîn hene.
Ji CHP’ê Aytuc Atici, Melda Onûr, Nurettîn Demîrt, Velî Agbaba piştî serdanên di girtîgehan de li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û daxuyaniyên Erdogan derewandin.
Heyetê destnîşan kir ku ji bilî daxwazên girtiyan ên di raya giştî de cih digirin, tu daxwazek din ên girtiyan tune ye û got; “Heta niha tu girtiyan negotiye ku ew bi darê zorê ketine greva birçîbûnê, an jî tehdît li wan hatiye kirin.”
Heyeta CHP’ê ku serdana 6 girtîgehan û hevdîtin bi girtiyên di greva birçîbûnê de pêk anîn aşkere kir ku ew çûne serdana 19’ê cotmehê çûne serdana Girtîgeha Tîpa F ya Sîncan 1 û 2 û Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, 31’ê cotmehê çûne girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya 1 û 2 û Girtîgeha Kandira ya Jinan û hevdîtin bi girtiyan re pêk anîne.
Heyetê got; “Ji 28 girtiyên ku me pêre hevdîtin pêre pêk anî 11 girtî û 17 jî hukûmxwarî ne. Temenê wan di navbera 20-47 salan de ye. Windahiya herî mezin a kîloyan 18 kîlogram e, ya herî kêm 6 kîlogram e. Bi giştî jî 10 kîlogram e.”
Heyetê destnîşan kir ku tişta balkêş ne wendakirina kîloyan e û got: “Di gelek girtiyan de êdî nerehetiyên cûda derketine holê.”
ME XWARIN Û VEXWARINA WAN NEDÎT
Heyeta CHP’ê diyar kir ku diyar kir ku di dema serdan û hevdîtinan de li rastî tu çalakgerên greva birçîbûnê yên “dixwin û vedixwin” nehatine û got; “Çalakger ji bilî daxwazên wan ên di raya giştî de cih girtin, tu daxwazek din nakin. Tu çalakgerên greva birçîbûnê negotin ku ew tên tehdîdkirin an jî bi darê zorê ketine greva birçîbûnê.
Bi taybet wendakirina kîloyan û nerehetiyên girtiyan nîşan didin ku rojên krîtîk li benda wan in. Dibe wendahiyên canî çêbibin, ji ber xwarin naxwin, dibe ku nexweşiyên mayinde jî derbikevin holê. Ji ber vê jî divê bi awayeke cidî û û bi berpirsyartî nêzî vê meseleyê bibin û divê em ji aliyê mirovahiyê ve li vê meseleyê binêrin.”