Hevserokên HDP'ê: Cejn seferberiya parvekirinê ye
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ji bo cejna Remezanê de bang kirin, ku ev cejn ji bo piştgiriya bi gelê zor lê tê kirin weke seferberiya parvekirina êşan bê dîtin.
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ji bo cejna Remezanê de bang kirin, ku ev cejn ji bo piştgiriya bi gelê zor lê tê kirin weke seferberiya parvekirina êşan bê dîtin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi wesîleya cejna Remezanê mesajek weşandin û diyar kirin, cejn aştî û biratî ye.
Hevserokan gotin, "Mixabin em îsal cejna Remezanê di nava rojên gelekî giran û dilşewat de pêşwazî dikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Iraq, Sûriye û herêma Rojhilata Navîn komkujiyên li derveyî mirovahiyê li gelên Misilman tê kirin."
Di dewama peyamê de hat gotin, "Li welatê me jî, di oxira hêrs û daxwaza desthilatdariyê de her roj ciwan dikevin bin axê, êşa zarokan dilê dayikan dişewitîne. Li erdnîgariya Kurdan xanî, kolan, tax, gund, navçe tên wêrankirin. Zîhniyetek ku di meha Remezanê ya pîroz de jî bi pêkanîn û gotinên xwe hêrs û nefretê ber dide nava gelan, bi zilmê hewl dide serî li gel bide tewandin, vî welatî bi rê ve dibe. Li Rojhilata Navîn jî çeteyên barbar ên xwe ji heman zîhniyetê xwedî dikin, sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Bi wesîleya Cejna Remezanê em hêvîdar in wê duayên ji bo aştî û biratiya gelan a li erdnîgariya me û çar aliyên cîhanê bên qebûlkirin û têkoşîna di vê oxirê de tê dayîn bi ser bikeve."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bawerin wê gelên me dest bidin hev û edalet, azadî û wekheviya ev erdnîgarî li bendê ye, bînin. Bi vê hêvî û bendewariyê em Cejna Remezanê li alema Îslamê pîroz dikin. Em careke din bang dikin ku vê cejnê bikin seferberiya parvekirina êşên gelê me."