Hevserokê OHD’a Stenbolê: Divê heyeteke serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînê bike

Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî diyar kir divê heyeteke serbixwe li ser êrîşên bi çekên kîmyewî lêkolînan bike lê berevajî vê rewşê kesên dixwazin lêkolîn werin kirin, tên girtin.

Piştî ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan bi çekên kîmyewî êrîş hatibû kirin Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncancî jî di vê meseleyê de fikra xwe ya bijîşktiyê diyar kiribû lê piştre Fîncanci hatibû girtin. Di heman demê de kedkarên çapemeniya azad jî bi awayekî bêhiqûqî hatibûn girtin. Li hemberî girtina Fîncanci û kedkarên çapemeniya azad, nerazîbûn didome. Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî diyar kir ev girtin li ser hev tê kirin û desthilatdarî li pêşiya xweîfadekirinê dibe asteng.

DIVÊ HEYETEKE SERBIXWE LÊKOLÎNÊ BIKE

Îsteklî diyar kir piştî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî derketin holê, destgîrkirin û girtin zêde bû û ev jî nîşan dide ku di vê meseleyê de guman zêde ne.

Îsteklî bal kişand ser vî tiştî ku divê heyeteke serbixwe li ser êrîşên bi çekên kîmyewî lêkolînan bike lê berevajî vê rewşê kesên dixwazin lêkolîn werin kirin, tên girtin. Îsteklî got “Heke bi awayekî zelal û eşkere dikarin red bikin ku ev çek nayên bikaranîn, nexwe divê vê bangê bikin. Lê heke Seroka TTB’ê Fîncanci, parêzer û rojnamevan tên destgîrkirin nexwe li holê pirsgirêkeke mezin heye ku gumanan zêde dike.”

Îsteklî diyar kir divê civak bala xwe zêdetir bide vê meseleyê û got “Keseke ku ji derveyî welat bi îradeya xwe tê û amade ye îfadeyê bide, lê ev kes tê destgîrkirin. Nexwe rewş gelekî xerab e. Ev jî nîşan dide ku li holê sûcek heye û tê xwestin ku ser vî sûcî were girtin.”

Îsteklî nerazîbûn nîşanî destgîrkirin û girtina rojnamevanên Kurd jî da û diyar kir bi tenê rojnamevan dikare biryarê bide ku ew ê kîjan nûçeyê bişopîne û li ser çi nûçeyê çêbike.

Îsteklî diyar kir berê jî di operasyonên bi navê KCK’ê de li jî parêzer, çapemenî û siyasetmedaran heman operasyon dihate kirin û got “Taktîkên cemaatê îro hikumet li hemberî Kurdan û mûxalifan bi kar tîne.”

Îsteklî bal kişand ser vî tiştî ku rojnamevan bi êşkenceyê hatine destgîrkirin û ev rewş li dijî hiqûqê ye.

‘JI BÊDENGIYA CIVAKÊ HÊZA ÊRÎŞÊ WERDIGIRIN’

Îsteklî diyar kir ber bi nêzbûna hilbijartinê re şîddet û faşîzm zêdetir dibe û ev jî tê wateya ku gelek heqîqet tê veşartin. Îsteklî got “Divê li hemberî vê zilm û bêhiqûqtiyê bi dengekî bilind nerazîbûn were nîşandan. Divê em ji bîr nekin ku kesên vê bêhiqûqtiyê dikin ji bêdengiya civakê hêzê werdigirin. Dema ku em dengê xwe bilind bikin wê ev bêhiqûqtî wê kêm bibin. Em hiqûqnas em ê heta dawiyê li hemberî van kirinan bin.”