Hevdîtina navbera DEM Partî û MHP'ê destpê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re rûniştin.

Hevdîtina navbera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û MHP'ê destpê kir.

Heyeta DEM Partiyê ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokwekîlê Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêk tê.

Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û heyeta pê re hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li Meclîsê li beşa Koma MHP'ê pêk hat.