Hevdîtina bi Ocalan re hate asteng kirin

Hevdîtina bi Ocalan re hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan. Lê serlêdan bi hinceta “Keştî xirabe ye” hate asteng kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan bi hinceta “Keştî xirabe ye” hate asteng kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (463 rojin) destûr nadin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên pûç û vale yên weke "Keştî xirabe ye", "Rewşa hewayî", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.