Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan, lê serlêdan bi hinceta "kêştî xerabeye" hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê bi hinceta "Kêştî xerabe ye" serlêdana parêzeran a 132'emîn jî hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (470 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.