‘Heta hesab neyê pirsîn edalet pêk nayê‘
Li Enqereyê konferansa “Ji bo Tirkiyeya pêşerojê Heqîqet û Pirsîna Hesab” hat lidarxistin. Di konferansê de peyama hesab neyê pirsîn edalet çênabe, hat dayîn.
Li Enqereyê konferansa “Ji bo Tirkiyeya pêşerojê Heqîqet û Pirsîna Hesab” hat lidarxistin. Di konferansê de peyama hesab neyê pirsîn edalet çênabe, hat dayîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Malên Gelan, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkiran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) konferansa Heqîqet û Hesabpirsînê li dar xistin. Di konferansê de li ser giringiya edalet, heqîqet û hesabpirsînê hat sekinîn.
Di konferansê de malbatên mexdûr jî axivîn. Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz di konferansê de axivî û wiha got: “Ez edaletê dixwazim. Divê hesab bê pirsîn. Bêyî pirsîna hesab ev edaletê naînin. Têkoşîna me wê li ser navê Alî, Îsmaîl, Ethem, Abdûllah, Berkîn û Medenî dewam bike. Em dizanin ku her kesê di vê salonê de Alî Îsmaîl e.”
Yek ji birîndarên Komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmehê Elîf Ozdemîr anî ziman ku bi dadgehên nejidilî, dadgerên bi ferman û dozgêran edalet pêk nahê û got: “Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin.”
JI BO PÊŞEROJA DEMOKRATÎK…
Ji Akademîsyenên ji bo aştiyê Işin Ûnal jî bal kişand bi ser pêşeroja demokratîk de û wiha got: “Rewşa zanîngehan ne baş e. Ez wek yek ji rêveberên zanîngehê û akademîsyenan dixwazim bibêjim ku tiştên kirinê gelek in.’’
QETIL KIRINA ÛGÛR KÛRT
Seroka Cemxaneya Okmeydani Zeynel Şahîn nameyek ji konferansê re şand. Şahîn di nameya xwe de bûyera kuştina Ûgûr Kûrt a di 22’ê Gulana 2014’an de li Cemevî Okmeydani’yê bi bîr anî û got: “Berdêlê kuştina bêsûc û guneh li cemxaneyê bû 12 hezar û 100 lîre. Ji bo kujerê ku jiyana malbatekê reş û tarî kir û zarokên wan sêwî hiştin, cezayê bê dayîn ev e? Divê em ji bo vê bêdeng nemînin, li dijî zilmê bibin yek û li ber xwe bidin.”
DAYIKÊN ŞEMIYÊ
Li ser navê dayikên şemiyê xwişka rojnamegêr Ferhat Tepe dema ku di rojnameya Ozgur Gundem de dixebitî hat qetilkirin, Ayşe Tepe axivî. Tepe da zanîn ku wextê doza birayê wê qediya û wiha pê de çû: “Dayika min ji sala 1995’an ve tev li çalakiyan dibe. Em dixwazin necezakirin ji holê rabe. Necezakirin ji kujeran re dibe xelat. Teşwîqê kirina cezayên din dibin. Li dijî sûcên li dijî mirovahiyê divê buhurîna qewil di ser dozan re bihê rakirin. Dema ku me dixwest kujer bihên darizandin, em hatin darizandin. Em dixwazin parêzkarên gelan jî bi me re bin.”
QEZAYA TRENÊ YA ÇORLÛYÊ
Misra Oz ku kurê xwe Arda Sel di Qezaya Trenê ya Çorlûyê de winda kiriye, ragihand ku dema di 8’ê Tîrmeha 2018’an de komkujî pêk hat lêgerîn û rizgar kirin nehat kirin û axaftina xwe wiha dom kir: “Dema ku cenaze di bin trenê de, Rapora Kesê dizane hatiye amadekirin. Digotin her yek ji me em li nexweşxaneyê ne û em bi rê dikirin. Di bedena kurê min ê bûbû du parçe de, çavên wî yên vekirî digotin min ‘Dayê tu yê hesab bipirsî’. Ji bo wan çavan soza min heye. Em ê ji kesên ku bûne sedem ku çavê kurê vekirî bimîne hesab bipirsin.”
BERXWEDÊRÊN FARPLASÊ
Yek ji berxwedêrên Farplasê Nejla Dolaşik bal kişand bi ser tiştên bi serê karkiran de tên î derbirî ku aliyê wan diyar e û guhertina vê sîstemê jî di destê wan de ye.
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Alîşan Şahîn rewşa girtiyên nexweş bi bîr anî û got: “Tiştên ku em li vir dikin di rastiyê de li ser bîrên me, bîrên nû zêde dike. Di vî welatî de ger hûn Kurd, çepgir û sosyalîst bin, gava ku we gav avêt ber dewletê kiryarên xirab destpê dikin. Ez difikirim ku bêdengiya hêzên demokrasiyê û muxalefetê, wêrekiyê didin van kesan. Ev bi qat bi qatbûnê heta îro hatin. Girtiyên nexweş birîna bi xwîn a vî welatî ye.“
KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ
Li ser navê malbatên kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane, yek ji maliyên malbatên Roboskiyê Ferhat Encu jî axivî û ev tişt gotin: “Em dixwazin kesên berpirsyar bên aşkere kirin. Dema di vî welatî de demokrasî, edalet û azadî ava bûn, wê ji vê tunehiya qerase tiştek çêbibe. Heta ku ev pergal neguhere, wê tunehî jî dewam bike.”
KOMKUJIYA SOMAYÊ
Kamîl Kartal têkildarî Komkujiya Somayê ku 301 karkirên kanên madenan tê de jiyana xwe ji dest dan axivî û got: “Li Somayê 301 dayik û bav bê zarok man. 432 zarok sêwî man. Piştî komkujiyê 11 zarok ji dayik bûn. Divê li dijî van tiştên diqewimin, têkoşîneke yekgirtî bihê ava kirin.”
KOMKUJIYA PIRSÛSÊ
Li ser navê malbata kesên ku di 20’ê Tîrmehê 2015’an de ji bo piştevaniya Kobanê xwestin sînor derbas bikin, Metîn Kiliç ku di komkujiyê de hevjîna xwe Ferdane û kurê xwe Nartan ji dest dan wiha axivî: “Ev doz heta em nebêjin qediya naqede. Heta ku berpirsyar hesab nedin, wê edalet pêk neyê.”
MALBATA ŞENYAŞAR
Li ser navê malbata Şenyaşar ku di 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê maliyên wê hatin qetil kirin, Ferît şenyaşar axivî. Şenyaşar wiha got: “Ev nêzî 4 salan e 3 mirovên me hatine qetilkirin û birayek ê me jî di girtîgehê de ye. Komkujiya nexweşxaneyê li pêş çavên bi sedan xebatkarên karên giştî hat kirin. Di doza nexweşxaneyê de biryara 4 sal a veşartinê heye. Me li ber edliyeyê çalakiya nobetê da destpêkirin. Bi milyonan mirov li nobeta me xwedî derketin. Civakên sivîl ên ku ne girêdayî desthilatdariyê li gel me ne. Ji ber zexta civakê birayê parlementer di girtîgehê de ye. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Em edaleta nejidilî naxwazin. Heta ku edaleta rast pêk bê, wê têkoşîna me dewam bike.”
Piştî axaftinan 45 deqeyan navber hat dayîn. Wê beşa dema duyem a konferansê bi beşê “Heqîqet”ê dewam bike.