Herî zêde gelê Çerkes ji gelê Kurd fêm dike!

Herî zêde gelê Çerkes ji gelê Kurd fêm dike!

Nerazîbûneke din a li girtina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Amed Rezanê, ji Çerkesan hat. Nûnerê Çerkesan ê HDK'ê Umît Orten ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku wezîfeya destpêkê ya Çerkesan, li ku dibe bila bibe xwedîderketina li gelên mafên wan tê binpêkirin e. Orten ragihand ku di dema avabûna Komarê de yekemîn gelê hat sirgûnkirin û asîmîlekirin gelê Çerkes e û got, "Herî baş gelê Çerkes ji gelê Kurd fêm dike."

Yek ji Çerkesên ku bi hildana ala Çerkes girtina dibistana Kurdî ya li Amedê şermezar kir Umît Orten e. Orten ku ferdekî gelê rastî sirgûn, qirkirin û asîmîlasyonê hatiye, bi gotina, "Em Çerkes zimanê dayikê weke canê xwe dibînin. Gotineke pêşiyên me ya 'zimanê me yê dayikê canê me ye' heye" girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê destnîşan kir. Orten ragihand ku ji ber vê yekê li kîjan cografya cîhanê be bila be, eger mafê gelekî bê binpêkirin yê destpêkê nerazîbûnê nîşan bide divê Çerkes be û got, "Ev yek wezîfeya destpêkê û ya herî girîng a Çerkesekî/ê ye. Eger vê nerazîbûnê nîşan nade yan jî qels nîşan dide, hingî ew asîmîle bûye. Naxwe her Çerkes ê hay ji xwe heye dizane ku divê li cem gelê zimanê dayikê hatiye qedexekirin cih bigire."

YÊ ÊŞ KIŞANDIBE DIZANE!

Orten bibîr xist ku li dû qirkirina li Bakurê Kafkasyayê, gelê destpêkê li cografya Anatoliyê hatiye sirgûnkirin Çerkes e û diyar kir ku di dema destpêkê ya avabûna komarê de, di bûyerên 1922 ên Gonen Manyas de 17 gundên Çerkes ji binî ve hatine sirgûnkirin. Orten bal kişand ser koçberiya ji neçarî ya di nava 30 salên dawî de li Kurdistanê hatiye jiyîn û destnîşan kir ku gelê cara yekemîn ev koçberî jiyaye ew in. Orten got, "Dibe ku em vê rewşê zêde nîşanî derve nadin, lê belê ji zarokê me yê 7 salî heta kal-pîrê me yên 70 salî kes nîne ku vê rastiyê nizane." Orten da xuyakirin ku Çerkes ji ber vê polîtîkaya sirgûn û qirkirinê neçar man li deverên cuda yên cîhanê li Sûriye, Lîbya, Urdun, Misir, Îsraîlê belav bibin.

Orten anî ziman ku her çend dewleta Tirk dibêje wan mafê perwerdeya bi zimanê dayikê dane Çerkesan jî ev prosedur bi tenê li ser kaxizê maye û bal kişand ser stêrkên li ser ala Çerkesan. Orten got, "Binêrin bi qasî hejmara stêrkên li ser ala me, zaravayên me hene. Yek ji van Ubihça ye ew jî tine bû. Bi giranî li Kayseriyê li ser Çerkesên bi navê Kabardeyê perwerdeya Şapsihce ku ti eleqeya wan pê tineye, tê ferzkirin." Orten diyar kir ku ji ber vê yekê çand û zaravayên Çerkesên li herêmê dijîn qet nehatine analîzkirin û ew zexta li ser çand û ziman baş dizanin. Orten destnîşan kir ku gelê herî baş gelê Kurd fêm dike, gelê Çerkes e.

HETA DAWIYÊ EZ LI CEM GELÊ KURD IM!

Orten da zanîn ku ji destpêka pêvajoyê ve ew ji samîmiyeta hikûmeta AKP'ê bawer nake, lê ji ber ku navê pêvajoyê aştî ye wî destek dayê û anî ziman ku wî ev gumana xwe di her firsendê de bilêv kiriye. Orten destnîşan kir ku ew ê ji bo mafên gelê Kurd heta dawiyê têbikoş e.